H’emû nûçeSereke
19 ê gulanê li Moskvayê hevraxeberdanên ermenîya û azêrîya wê pêk bên

19 ê gulanê li Moskvayê wê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der Ararat Mîrzoyan, Sêrgêy Lavrov û Cêyhûn Bayramov pêk bê. Xêncî wê yekê hevraxeberdanên cuda wê di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda derbazbin. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
“19 ê gulanê li Moskvayê wê hevdîtina sêalî, usa jî hevdîtinên dualî, yên wezîrên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê pêk bên. Dora peymana aşîtîyê hevraxeberdanên dualî wê di navbera ermenîya û azêrîyada bêne derbazkirinê”,- dîplomatê gotîye.







