H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Adirbêcan nava dereca sîyasîda bi hevra herêmên dorpêçkirî nas kirine: serokwezîr

Ermenîstan û Adirbêcanê nava dereca sîyasîda heyîna herêmên dorpêçkirî nas kirine, lê nava dereca hiqûqîda qayîlîya dawî tuneye. “Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana, Nîkol Paşînyanê serokwezîr wî cûreyî gotîye.

“Nava dereca sîyasîda li Myûnxênê û Bryûsêlê ev xeberdan hebûye wekî me heyîna herêmên dorpêçkirî nas kirîye. Mesele, heye Arsvaşên, ya ku ya Ermenîstanêye, lê usa jî hene nehîyên mayîne dorpêçkirî, yên ku yên Adirbêcanêne.Nava dereca hiqûqîda çend pirsên me hene”,- serokwezîr gotîye.

Ewî daye  dîyarkirinê, wekî girêdayî wê pirsêra qayîlîya ku ewê bêne  pevguhartinê, yan na?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button