H’emû nûçeSereke

Paşînyan daye zelalkirinê ku bona çi wextê şêr Ermenstanê serbixwetîya Qerebagê nas nekirîye

Bi gotina Nîkol Paşînyan, Ermenîstanê wextê şerê  44 roje serbixwetîya Qerebagê nas nekirîye, çimkî heger usa bibûya, 9 ê mijdarê jî şerê nesekinîya.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê   derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna komîsîya lêkolînkirina menîyên þerê sala 2020 î, gotîye.

Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Vahagin Alêksanyan ew fikira Armên Aşotyanê cîgirê serokê partîya  Komarê bîr anîye,ku bona çi wextê şerê 44 roje Paşînyan derheqa naskirina serbixwetîya Arsaxêda negotîye.

Paşînyan vî cûreyî gotîye: “Bona çi wextê şerê sala 2016 a, yê çarroje serbixwetîya Arsaxê nas nekirine?”.

Bona çi wextê şerê 44 roje serbixwetîya Qerebagê nas nekirine, serokwezîrê Ermenîstanê wa gotîye: “Menî gelekî zelale, heger usa bibûya, mecalê tunebûya, ku 9 ê mijdarê şer bidana sekinandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button