
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîb Êrdogan ra bi têlefonê axivîye.
Çawa ku ji hukumata Ermenîstanê elamî “Armênprêss” ê kirine, serokwezîr ji bo cejina Qurban Bayramê serokkomar pîroz kirîye, lê serokkomar ji bo cejina Îsa Mesîh, serokwezîr pîroz kirîye.
Serokan pêvajoya peywendîyên di navbera herdu welatan de gotûbêj kirine. Di vê çarçoveyê de proseya cî bi cîkirina rêkeftina vekirina sînorê bejayî ji bo xwedîyên pasaportên dîplomatîk û welatîyên welatên sêyem hatine gotûbêjkirin.







