H’emû nûçeSereke
Adirbêcan gerekê birîyara mehkema navneteweyî mîyaserke:berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Qirara 22 ê sibatê, ya mehkema navneteweyî gerekê ji alîyê Adirbêcanêda bi temamî bê mîyaserkirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê rûpelê Twittere da nivîsîye, dema ku ewê derheqa birîyara mehkema navneteweyî, ya 6 ê tîrmehêda, ya derheqa halê li korîdora Laçînê xeberdaye.
“Mehkema navneteweyî birîyara xwe daye îzbatkirinê û Adirbêcan daye borcdarkirinê, ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê. Qirara mehkemê ya ku zelale û ji 22 ê sibatêda nehatîye guhartinê, gerekê bêyî tu şirovekirinên nerast ji alîyê Adirbêcanêda bê mîyaserkirinê”,- Badalyanê nivîsîye.







