Em niha ne ku ber xwe didin, lê nava qezîyayêdanin, lê emê tu cara teslîm nebin: Gûrgên Nêrsîsyan

Halê hûmanîtarî, yê li Arsaxê sehet bi sehet xirab dibe, çimkî eva îdî meheke tame, ku em bi temamî nava dorgirtinêdanin û qet barên hûmanîtarî jî nayêne Arsaxê. Derheqa wê yekêda wextê progirama “ Faktora qewatê”, ya News.am ê wezîrê Arsaxêyî dewletê Gûrgên Nêrsîsyan gotîye.
Nenihêrî wê yekê wekî li gunda hinek xurek heye û me dicêriband cîguhastî Stêpanakêrtê bikira, lê niha jî rûyê tunebûna ardûda em li ber pirsgirêkên mezin sekinîne. Xebatên malhebûna gunêdîtîyê hatine sekinandinê, çimkî nikarin berdewamkin.Em niha nikarin nan jî bighînine dikana û cimet bi mecbûrî li ber firna sirê disekine ku nan dest bînin”,-ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo bi xurekên heyî wê çiqasî bikaribin nava vî halîda ber xwe bidin, wezîrê dewletê gotîye: “Em îdî hemû xetên sorra derbaz bûne û em derheqa halê giranda niha bi dengê bilind dibêjin. Em niha ne ku ber xwe didin, lê nava qezîyayêdanin.Pirsgirêka xurek heye û meriv nikarin endamên malbetên xwe bidine razîkirinê.Bêguman, arsaxî wê nava halê herî giranda tu cara teslîm nebin, lê ew yek nade kifşê, wekî meriv gerekê nava zehmetîyên vî cûreyîra derbazbin. Ji dema nihada destpêkirî, bona jîyana meriva îdî qezîyaye”.







