Mîrzoyan bi hûrgilî krîzeya hûmanîtarî ya li Qerebaxê raber kirîye

Wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên der bi têlefonê halê hûmanîtarî yên li Qerebaxê gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Ararat Mîrzoyan bi hûrgilî ew yek raber kirîye, ku çawa rûyê girtina korîdora Laçînêda krîzeya hûmanîtarî li Qerebaxê kûr dibe û serda zêde kirîye, wekî ew yek li ber çevê civaka navneteweyî dikare werguhêzî krîzeya hûmanîtarî bibe.
Hatîye dîyarkirinê, wekî gerekê çûyîn-hatina komîtêya xaçê Sor, ya bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê.
Mîrzoyanê wezîr usa jî derheqa erza ji alîyê Ermenîstanêda rabekirî, ya bona civîna şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyîye ewlehkarîyê xeberdaye.
Adirbêcan hetanî roja îroyîn bangên hevkarên navneteweyî û usa jî sîstêmên navneteweyî hesab hilnade û eva îdî serê heyşt mehaye ku korîdora Laçînê girtîye.Bi wê yekê elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î tê teribandinê û birîyarên mehkema navneteweyî nayêne mîyaserkirinê.
“Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî berdewama halê hûmanîtarî, yê li Qerebaxê dikare cedandinên Ermenîstanê û civaka navneteweyî, yên bona îzbatkirina aşîtîya li herêmê bikine bin qezîyayê.







