H’emû nûçeSereke
Hevdîtinên nû, yên dora peymana aşîtîyê wê meha îlonêda pêk bê: Êdmon Marûkyan

Hevdîtinên ermenîya-azêrîyaye nû, yên dora peymana aşîtîyê wê meha îlonêda pêk bê. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan wextê weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî gotîye.
“Kirinên Adirbêcanê pêvajoya aşîtîyê didine teribandinê.Ermenîstan ji pêvajoyê dernakeve û hindava wêda amin dimîne.Adirbêcan borcdare eskerên xwe ji axa Ermenîstana serbixwe bide derxistinê”,-ewî gotîye.







