H’emû nûçeSereke
Hindistan pirsa dayîna beşeke sîlihên nû tevî Ermenîstanê gotûbêj dike

Hindistan mecala dayîna komeke sîlihên nû tevî Ermenîstanê gotûbêj dike. Derheqa wê yekêda rojnama The Economic Times ê nivîsîye.
“Hindistan difikire ku komeke sîlihaye nû bide tifaqdara xweye li Qafqasîya Başûr”,-rojnamê nivîsîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî van axirîya ji Ermenîstanê nevsekî derecebilind çûye Nyû Dêlîyê bona ku gotûbêjkirina pêk bînin. Rojnamê daye dîyakirinê, wekî Hindistan bona Ermenîstanê bûye cîhê sîlihaye bi guman.
Derheqa sîlihên nûda bi hûrgilî tu tişt nehatîye dîyarkirinê,lê rojnamê nivîsîye wekî li gorî dîtindarên ermenî sîlihên usa dikarin bikevine nava wê komê, kîjan nava konflîkta tevî Adirbêcanê dikarin bibine mecala pêşîgirtinê.







