H’emû nûçeSereke

Nava hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda werguhastinên berfireh tên kirinê: Paşînyan

Nava hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda werguhastinên berfireh tên kirinê, dewlet bi rîya atêstasîyayê miaşên leşkera bilind dike, çimkî naxweze “çevgirtî” miaşê bilindke.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan weşana zindîda bersiva welatîkî daye, yê ku pirsî ku bona çi nava eskerda modêla welatên pêşkeftî nayê xebitandinê.

“Nava eskerê Komara Ermenîstanêda werguhastinên berfireh tên kirinê.Werguhastin ji lêkolînkirina cêribandina navneteweyî tên kirinê”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr derheqa  mêxanîzma telîmên 24 rojeda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî ew bona bîrnekirina leşkerîyê tê mîyaserkirinê.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî bi saya atêstasîyayê jî niha miaşên leşkera tên bilindkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button