H’emû nûçeSereke

Teleferîka “TaTever” wek teleferîka herî baş ya cîhanê hat naskirin /vîdyo/

Teleferîka “TaTever” xelata rêwîtîyê ya cîhanê wergirt, ku yek ji bi prêstîjtirîn xelatên navneteweyî di warê tûrîzmê de ye. Teleferîka ermenî di pêşbirkê de bi teleferîkayên Bolîvyayê, Brezîlyayê, Vîyêtnamê, Kanadayê, Zelandîya Nû, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  pêş ket  û pêşbirkêda ya here baş hat naskirin.

Sala 2023 a 1ê kanûnê , merasîma 30 emîn ya xelatkirina xelatgirên navneteweyî ya bi prêstîj li Dûbayê derbaz bû. Encamê dengdana vekirinê “TaTever” di kategorîya “Telefona herî baş ya cîhanê” da bû yekemîn. Merasîmêda xelata rûmetê ya kurê avakerê projeya “TaTêvêr” Rûben Vardanyan, Davît Vardanyan wergirt.

Xelatên rêwîtîyê yên cîhanê  wek “Oskarên tûrîzmê” têne binavkirin. Ew  sala 1993 da hatîye damezrandin û ji hingê va wekî pîvanek ji bo destkeftîyên girîng di pîşesazîya rêwîtiyê û mêvanperwerîyê de xizmet kiriye. Rêwîtîya “TaTêvêr”ê ji bo cara 2 yemîn wek rêya herî baş ya cîhanê hat naskirin. Vê projeyê sala 2021 da xelata 1 mîn anî Ermenîstanê.

 “Bavê min  jîyana xwe ji bo alîkarîya mirovan pêşkêş kir. Wî gelek projeyên mezin yên xêrxwazî, civakî, perwerdeyî, binesazîyê pêk anîn ku ne tenê li Ermenîstanê, lê li seranserê cîhanê kalîteya jîyana mirovan guherand. Projeya kabloya TaTêvêr, ya herî dirêj ya cîhanê heya komplêkseke keşîşxaneya navîn ya ecêb, mînakek sereke ya vê ye. Bandoreke mezin li ser geşepêdana herêmê kiriye, ji alîyê geştiyariyê ve wê jî balkêş bûye û bi awayekî berçav kalîteya jîyana xelkê deverê baştir kiriye. Diviyabû bavê min ev xelat bigirta, lê wek hûn jî dizanin ew û bi dehan ermenî ji ber sedemên sîyasî ji alîyê rayedarên Adirbêcanê ve bi awayekî neqanûnî hatin girtin û li Bakûyê di zindanê de ne. Ez hêvîême  ku ewê bi xwe xelata din werbigire”.

“Ji bo tevahîya tîmê me rûmetek mezine ku ji bo cara duyemîn ev nasnameyek navneteweyî ya bi prêstîj werdigire.Xebata xwe de, em hewl didin ku Tatêv ji mirovan re kifş bikin û bandorên awarte bidin wan. Ev xelat statûya Ermenîstanê wekî cîhek geştîyarîyê ya pêşeng  qewîn dike û di danasîna welat, bi taybetî Tatêv, di qada geştyarî ya navneteweyî de rolek girîng dilîze”,- seroka hevaltîyê Marîa Bîtênko encamên xelatê şîrove kirye.

Teleferîka “TaTêvêr” goşên Ermenîstanê yên ku berê nedihatin desteserkirin ji rêwîyan re vedike û naskirina welêt zêde dike. Ew di pirtûka rêkoran ya Gînêsê da wekî dirêjtirîn teleferîka rêwîyan ya cîhanê (5752 metre) hatîye tomarkirin. Serkeftineke din ya rêwîya Ermenîstanê jî li wir hate tomarkirin, wekî dema herî kurt ya avakirina (10 meh) ji bo avahîyek wusa mezin ya endezyarîyê. Çêkirina “TaTêvêr”ê ji alîyê şirketa Aûstûrya-Swîsrêyî Doppelmayr/Garaventa/ ve hat kirin, hersal rêça “TaTêvêr” li gorî standardên ewlehîyê yên navneteweyî bi serfirazî vekolînekê derbas dike.

Proje di çarçoveya projeya “Vejîna Tatevê” de ku ji alîyê Rûbên Vardanyan û Vêronîka Zonabend va hatîye destpêkirin  tê meşandin. Ropeway projeyek neqezencê ye, hemî dahata wê ji bo rêstorekirina komplêksa keşîşxaneya Tatêvê û pêşvebirina civakê tê. “TaTêvêr” ji alîyê şîrketa Impulse Business Management ve tê birêvebirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button