
Organîzeya navneteweyî ya mafparêz Human Rights Watch ê derheqa girtinên rojnamevana û aktîvîstên sîyasî, yên li Adirbêcanê daye dîyarkirinê.
“Nêçîra hukumata Adirbêcanê, ya dijî rexnekira gava wê ya dijî xebera aza û parastina mafên merivaye”,- wekîlê organîzeyê Gêorgî Gogîya gotîye. Van dawîya dîsa 12 meriv hatine girtinê. Girtina dawî ya Yagûblû bû. Ev meriv nava cêrge xirabkarîyada hatîye gunehkarkirinê. Tofîk Yagûblû wekîlekî opozîsîyayêyî berbiçeve û ew bona gelek gunehkarkirina girtine.
“Desthilatdarîya dewletê Yagûblû gerekê aza berde û terka gavên dijî rexnekira, rojnamevana û aktîvîstên opozîsîyayê bide”,- Gogîya gotîye.







