Nîkol Paşînyan û Xavîêr Kolomîna pirsên girêdayî hevkarîya Ermenîstan-NATO ê gotûbêj kirine

Serokwezîr Nîkol Paşînyan nûnerê taybet yê sêkrêtarê giştî yê NATO yê yî li Qafqasîyayê û Asya Navîn Xavîêr Kolomîna qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, mijarên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-NATO ê û ewlehîya herêmî û navneteweyî hatine gotûbêjkirinê.
Serokwezîr rewşa ewlekarîya Qafqasîya Başûr, geşedanên dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendîyên Ermenîstan û Adirbaycanê û pêvajoya aştîyê li gorî prênsîpên naskirî yên ku ji berê de li hev kirine, nirxand.
Navbirî nîgeranîya xwe derbarê daxuyanîyên vê dawîyê yên serokkomarê Adirbêcanê nîşan dan ku hemû mantîqa danûstandinan berevajî dike û dibe sedema alozîya li navçeyê.
Di vê çarçovê de serokwezîr tekezî li ser pêwîstîya bersivdan û kiryarên guncaw yên civaka navdewletî bo aramî û aştîyê li Başûrê Qafqasyayê kir.







