H’emû nûçeSereke

“Peymana aşîtîyê”, yan “Qayîlnivîsara çarçoveyî”? : xwestinên Bekûyê gorî pispor

Hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê, pêşdaçûyîna wêye giran dikare ne tenê li ser fikira dokûmêntê tehsîrke, lê ew dikare usa jî ser formata wê hukumke.Ji pispora gelek meriv dibêjin,wekî diqewime mecala morkirina qayîlnivîsara çarçoveyî nava vê êtapêda hebe û Bekû bi her cûreyî dixweze bighîje wê yekê.Gelo bi çiqasîva ew yek nêzîkî aqilaye û rîskên çi cûreyî dikarin pêşda bên?

Sîyasîzan Bênyamîn Poxosyan pêvajoya ermenîya-azêrîya şirove kirîye û gorî wan elametîyên serokatîya Adirbêcanê têra dibîne wekî ew yek dikare bibe, çimkî pirsên giran gelekin, yanê jî heger Ermenîstan pêşnîyarên Adirbêcanê qebûl nake, lê Bekû jî naxweze peymana aşîtîyê morke.

Tatêv Hayrapêtyana azêrîzan nava pirsa îmzekirina peymanêda dibêje wekî Bekûyêra peyman pêwîst nîne, çimkî Bekû hê dikare bi rîya qewatê pirsa helke.

Gelek pispor dibêjin wekî destpêbûna opêrasîyonên leşkerî  tiştê bûyînêye. Vî alîda jî wekîlê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl bona wê yekê elam kir,wekî her gaveke dijî Ermenîstanê wê encamên gelekî xirab pêşda bîne.

Wî çaxî bersiva Yekîtîya Avropayê wê sertbe, lê ewê çi bike, pispor nikare bêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button