H’emû nûçeSereke

Rêxistina navneteweyî ya Transparency International rêjeya feraseta bertîlgirîyê ya sala 2023 an eşkere kir

Li gorî nîşana têgihîştina bertîlgbrîyê, li herêma Qafqasya Başûr, baştirîn nîşana Gurcistanê heye (49. bi 53 puanan), li pey wê Ermenîstan (62. bi 47 puanan), û paşê Adirbêcan (154. bi 23 puanan).

Tirkîya bi 34 puanan di rêza 115 a da, Îran jî bi 24 puanan di rêza 149 a da ye.

Rûsya bi 26 pûanan di rêza 141 da ye. Di sala 2023 a da, Rûsya wê ji hemî 11 salên berê yên hebûna îndêksê wekî bertîlgirtir bê hesabê. Rûsya rêza xwe ya 141emîn bi Gvînêyayê, Ûgandayê û Qirqizstanê re parve dike. Di nav welatên ku antî-rekorên xwe şikandin, ji bilî Rûsyayê, Tirkîya, Sirbîstan û Tacîkistan bûn.

Di nav welatên Yekîtîya Avropî da nîşana herî xirab Macarîstan e (76.).

Di rêzê da sê cihên ewil Danîmarka (90 pûan), Fînlandîya (87 pûan) û Zelanda Nû (85 pûan) cih digirin.

Di dawîya lîsteyê da Sûrîya, Vênêsûêla û Sûdana Başûr ku di rêza 177emîn de hevpar in û Somalî (cihê 180) cih girtin.

Bi giştî, nivîskarên rêjeyê asta têgihîştina bertîlgirîyê li 180 welatên cîhanê qîmet dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button