H’emû nûçeSereke
Papoyan û Maragos pêrspêktîvên berfirehbûna hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye kirîn-frotanê gotûbêj kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê Vasîlîs Maragosê bayloz qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, usa jî cîgirên wezîr Rafayêl Gêvorgyan û Narêk Hovakîmyan amade bûne.
Ji wezîretê ragîhandine,wekî wextê hevdîtinê, pirsên derbarê hevkarîya kirîn-frotanê, piştgirîya fînansî û têknîkîye ji alîyê Yekîtîya Avropayêda, hevkarîya nava çarçoveya hevkarîya Rojhilatêda û cêrge bernamên mayînda hatine gotûbêjkirinê.
Fikir dora govekên êkonomîka Ermenîstanêda hatine pevguhartinê.
Wezîr usa jî projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” û usa jî prînsîpên wê raberî mêvana kirîye.