H’emû nûçeSereke

Îran li ser erdê beşdarî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” dibe: cîgirê wezîrê karên der

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan nava pêwandîyên Ermenîstanê û Îranêda tu gavên paşdaavîtî navîne û nayne ber çevê xwe, bi hesabhildana pêwandîyên îroyîn û berjewandîyên wan welata, yên ku li herêmêne. Derheqa wê yekêda Vahan Kostanyan li parlamêntê gotîye.

“Ez naynim ber çevê xwe wekî dikarin gavên  paşdaçûyînê bêne avîtinê, nenihêrî wê yekê ku li Ermenîstanê yan jî Îranê teşkîlên hukumata çi cûreyîne”,-Kostanyan gotîye.

Bi gotina wî, Ermenîstan û Îran cêrge projeyên êkonomîkî mîyaser dikin. “Îran ji wan welatên ewline, yê ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” silav kirîye û roja îroyîn li ser erdê beşdarî projeyê dibe.Ev yek derheqa çêkirina rîya Agarak-Kacaranêye 32 kîlomêtrêye, ya ku ji alîyê kompanîyayên îranîda tê çêkirinê. Modêrnîzasîyakirina dergehê Mêgrîyê jî ji alîyê  kompanîya îranîda tê kirinê.Kompanîyayên îranî usa jî bi aktîvî beşdarî wan têndêrên rêçêkirinê dibin, kîjana Komara Ermenîstanê îzbat dike”,- Kostanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button