Nava salên pêşîya meda Rûsîya dikare êrîşê bibe ser NATO ê: gênêralê alman

Bi hesabhildana qezîyayên heyî, byûcêya Almanîyayêye parastinê gerekê nava salên pêşîya meda zêdebe.Derheqa wê yekêda înspêktorê Bûndêsvêrêyî sereke Karstên Broyêrv gotîye.
“Em hewcê byûcêyêne”,-gênêral gotîye û daye dîyarkirinê,wekî hewcetîyên Bûndêsvêrêye bona sîliha zêde dibin.
Gênêral derheqa potênsîyala Rûsîyayêda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya bi aktîvî xwe dide sîlihkirinê.
Bi qîmetkirinên wî, Moskva têra dibîne hejmara leşkerên xwe bighîne mîlîyon nîvek merivî û ew hejmar ji temamîya welatên Yekîtîya Avropayê zêdetire.
Xêncî wê yekê, Rûsîya çêkirina tanka dide zêdekirinê û tankên berê xiravb nake, lê dicêribîne wana bide dasekinandinê, bona ku ew bêne xebitandinê”,- ewî gotîye.
Gênêralê alman usa jî gotîye,wekî diqewime nava 5-8 salada Rûsîya êrîşê bibe ser NATO ê.







