H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Adirbêcan gelekî nêzîkî morkirna peymana aştîyêye dawî bûne: Blînkên

Nava sal û nîveke dawîda, Ermenîstan û Adirbêcanê ji bo danûstandinan û gihîştina rêkeftineke aşîtîya demdirêj, ya ku bi rûmet û derfeteke bêhempa ye ji bo her du welatên ku herêmê parve dikin, û him jî ji bo wan, karên pir girîng kirine, usa jî bona pêwandîyên bi Dewletên Yekbûyî re. Wezîrê  Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên hevdîtina sêalîda ya tevî wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waşîngtonê derheqa vê yekêda gotîye.

“Amêrîka tevî gelek hevkarên xwe yên li Yekîtîya Avropayê û Avropayê, di tevahîya vê pêvajoyê da xwestine alîkarî û piştgirîyê bikin”.

Blînkên anîye ziman ku ji bo qîmetkirina pêşketinê û tiştên ku bên kirin, derfet hatîye destanîn.

Blînkên gotîye: “Lê belê, li gorî hemû pêwendîyên me yên di çend hefteyên borî de, ez bawer dikim ku her du welat gelekî nêzîkî rêkeftina dawîne û Amêrîka wê bi tundî piştgirîya wê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button