H’emû nûçeSereke
SOHR: Li Kobanê zarokek bi guleyên cendirmeyên Tirkiyayê hatîye kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav (SOHR) kir, zarokekî 14 salî bi guleyên cendirmeyên Tirkiyayê li gundewarê Kobanê hatîye kuştin.
SOHR ê belav da zanîn, cendirmeyên Tirkiyayê gule li zarokekî 14 salî yê bi navê Mihemed Mislim di navbera gundên Kîkan û Şeranê yên bi ser Kobanê ve, li nêzîkî sînor reşandin û kuştin.
Li gorî SOHR ê, zarokê kuştî ji xelkê Serê Kaniyê ye û beriya çend salan bi malbata xwe re koçberî Kobanê bûbû.
Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka sala 2024 a ve 13 welatiyên sivîl li hundirê Sûriyê bi guleyên cendirmeyan hatine kuştin û 28 welatiyên din birîndar bûne.







