H’emû nûçeSereke

Di şert û mercên heyî de birayê mezin yê Adirbêcanê ne Tirkîya ye, lê Rûsîya ye: Robêrt  Xêvondyan

Li Bekûyê Şoygû ji bo hin pirsgirêkan çareserî nedît û pêwîstî bi destwerdana Pûtîn hebû. Pisporê “Navenda lêkolînê ya polîtîkayên ewlekarîyê” Robêrt Xêvondyan di stûdîya FactorTV de nêrîneke wiha anî ziman û bersiva pirsa li ser girîngîya serdana Vladîmîr Pûtîn ya Bekûyê û encamên wê ji bo Ermenîstanê çi ye.

“Di nirxandina min de, serokkomarê Adirbêcanê ji Pûtîn re dîyar kir ku hêza wî nîne ku Ermenîstanê mecbûr bike ku “Korîdora Zangezûrê” li gorî mantîqa ku di daxuyanîya 9 ê mijdarê de hatibû nivîsandin û ji Vladîmîr Pûtîn re bike rastî. Ew dikarin, divê ew bi xwe bi vê yekê re mijûl bibin, di encamê de piştî daxuyanîya Lavrov ya ku dibêje Ermenîstan peymana vekirina rêyên herêma Syûnîkê sabote dike” li ser rêya Syûnîkê radiweste.

Xêvondyan li ser peywendîyên niha yên Tirkîyayê û Adirbêcanê jî dîyar kir ku ew “cîhê” ku Tirkîyayê ji ber beşdarbûna şerê Arsaxê dihesibîne, ji alîyê Adirbêcanê ve ji Rûsîyayê re hatîye dayîn û got ku di demeke nêzîk de belkî em ê bibînin, ji Tirkîyayê ber bi Adirbêcanê ve dimeşe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button