Ermenîstan û Adirbêcan dora 16 xalên peymana aşîtîyê bi hevra qayîl bûne:Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye wekî Ermenîstan û Adirbêcan nava pirsa îzbatbûna aşîtîyêda gihîştine şêmîka qayîlîyê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî serokê parlamênta Ermenîstanê derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirinên li civîna yekîtîya parlamênta gotîye.
“Çi ku derheqa îzbatbûna aşîtîyêdane, ez dixwezim bêjim, wekî Ermenîstan û Adirbêcan gihîştine şêmîka qayîlîyê. Dema ku çend meh pêşda pêvajoya aşîtîyê destpê bû, Adirbêcanê dixwest bi cûrê navneteweyî qayîlîya me dora pênc xala raber bikira. Ez şame bêjim,wekî roja îroyîn em dora 16 xala gihîştine qayîlîyê.Wedê îzbatkirina aşîtîyê hatîye: ew wede nihaye.Em Adirbêcanê teglîf dikin ku ew xwestina sîyasî bide kifşê, bighîje me û vê yekê bikine rastî. Ermenîstan amadeye ku hema îro jî peymana aşîtîyê morke”,- Sîmonyan gotîye.







