H’emû nûçeSereke

Li Bryûsêlê civîna 5 emîn, ya platforma civaka sîvîl ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pêk hatîye

Li Bryûsêlê civîna 5 emîn, ya platforma civaka sîvîl ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pêk hatîye, serokatîya kîjanê Lûsînê Hakobyanê û Sîmo Tîaynên kirine.

“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî wextê civînê,  wekîlên komîsîya Avropayê, komîtêya Avropayêye êkonomîkî û sosîyalî, usa jî serokên organîzeyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye civakî amade bûne.

Serokê mîsîya Ermenîstanêye li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan nava pirsa gihîştina aşîtîyêda li ser tabîya xweye û heger hevkarên navneteweyî li ser tabîya prînsîpyalbin, wî çaxî wê bikaribin bighîjine peymana aşîtîya tevî Adirbêcanê, îmzekirina têksta bi hevra qayîlkirî û azaberdana dîlên ermenî.

Tîgran Balayan nava pêvajoya hevkarîya Ermenîstanê  û Yekîtîya Avropayêda rola civaka sîvîl girîng hesab kirîye. Bayloz derheqa hewildanên tevayîda, destanînên bi saya hevkarîyê û gavên hukumata Ermenîstanêda xeberdaye.

Beşdarên civînê pêvajoya werguhastinên li Ermenîstanê baş qîmet kirine û dane bawarkirinê, wekî xebatên bona kûrkirina pêwandîya û helkirina pirsa wê berdewambin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button