H’emû nûçeSereke

Meremê Ermenîstanê heye ku berî civîna COP 29  peymana aşîtîyê tevî Adirbêcanê morke: serokkomar

Peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikare meha mijdarê, berî civîna Organîzeya Netewên Yekbûîye pirsên klîmayê, bê morkirinê. Derbarê wê yekêda serokkomarê Ermnîstanê Vahagin Xaçatûryan wextê hevpeyvîna tevî Financial Times ê gotîye. Ewî serda zêde kirîye,wekî pirsên helkirinê hê hene.

“Em nêzîkî dawîya gotûbêjkirina dibin.Wê diha başbe hetanî civîna COP 29 peyman bê îmzekirinê, lê werin em ji wede zûtir pêş nekevin”.

Meha derbazbûyî Adirbêcanê bangî welatên mayîn kiribû, ku pirsgirêkên sîyasî altkin, bibin yek û meha mijdarêda agirbestê elamkin. Financial Times ê bîr anîye wekî Adirbêcan piştî dagirkirina Qerebaxê çawa  ew welat hate hilbijartinê, yê ku gerekê wê civînê li cem xwe qebûlke.

Pêşda Ermenîstanê qedexe danîbû ser wê erzê, lê paşê ewê vêto paşda hilda, dema ku Bekûyê ji 30 î zêdetir dîlên ermenî aza berdan.Bi gotina Xaçatûryan hevraxeberdanên derheqa dîlên leşkerîda nakevine nava peymana aşîtîyê, lê ew rojevêda dimînin.

Serokkomar serda zêde kirîye, wekî Ermenîstanêra pêwîste ku ew aşîtîyê tevî welatên cînar îzbatke,ne tenê tevî Adirbêcanê, lê tevî hemû cînara.Ewî gotîye wekî piştî êrîşa ser Qerebaxê, ji sed hezarî zêdetir penaber cîguhastî Ermenîstanê bûne û întêgrasîya wan hê berdewame. Ermenîstan usa jî amadeye welatîyên libnanî li cem xwe qebûlke, heger ew mecbûrbin ji wir derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button