H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di îndeksa nûjeniya cîhanî de ji Adirbêcanê derbas bûye, lê li pişt Gurcistanê ma

Di îndêksa nûjenîya gerdûnî ya sala 2024 a, Ermenîstan di nav 133 aborîyên cîhanê de di rêza 63 de cîh girt. Îndêksa nûjenîya gerdûnî  aborîyên cîhanî li gorî kapasîteya wan ya nûjenîyê rêz dike.

Par Ermenîstan di rêza 72 emîn de cîh girtibû,  sala 2022 a de jî wê di rêza 80 emîn de cîh girtîye.

Di nava 4 salên dawî de nîşaneya herî baş ya Ermenîstanê  sala 2020 î de di rêza 61 emîn de hatîye tomarkirin. Sala 2021 de, welat di opozîsyona cîhê 69 emîn de cîh girt.

Îsal Adirbêcan di rêza 95 an de, Gurcistan jî di rêza 57 an de cîh girt.

Di tabloya dengdanê de Tirkîya di rêza 37 a de, Rûsîya di rêza 59 a de, Îran jî di rêza 64 a de ye.

Swîsrê, Swêd, Dewletên Yekbûyî, Sîngapûr di nav pênc yekem de cîh girtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button