Êmma Avanêsyan wê di pêşbirka “Miss Universe 2024” de Ermenîstanê raber bike

Êmma Avanêsyan wê di pêşbirka “Miss Universe 2024” de Ermenîstanê raber bike. Li ser vê yekê “Miss Universe Armenia” daxuyanîyek da.
Hêjayî gotinê ye ku pêşbirk wê di meha mijdara îsal de li Mêksîkayê bê lidarxistin.
Em bi bîr bînin ku di pêşbirka “Miss Universe” ya îsal de divîya bû welatîya Rûsîyayê Îrîna Zaxarova ya 31 salî nûnertîya Ermenîstanê bikira, piştre daxuyanî da û dîyar kir ku ji ber pirsgirêkên welatîbûnê nikare nûnertîya Ermenîstanê bike.
Nûbihara “Miss Universe Armenia” Êmma Avanêsyana 32 salî damezrînera ajanseke modêlê ye. “Ez şanaz im ku di pêşbirka “Miss Universe” de fersenda Ermenîstanê hatim raberkirin. Ez ji biçûkatîya xwe ve vê prînsîpa jîyanê dişopînim. “Bê borîn. Tenê bidome.” Bi saya wê min karîbû ji keçeke sade bibim damezrênerê ajanseke serkeftî ya modêlê, stranbêj û mamosteyeke modêlê. Gelek xelatên min hene ku encama keda mine.
Ez di wê bawerîyê de me ku her yek ji me dikare parçeyek ji xwe bide civakê û vê cîhanê bike cîheke çêtir. Bi hev re em dikarin hevdu teşwîq bikin û guhertinên erênî biafirînin”,-ewê li ser rûpela xwe ya Instagram nivîsîye.







