Derewên nû ji Bekûyê, berî civîna COP 29: Adirbêcan Ermenîstanê nava “Xirabkirina mexberada” gunehkar dike

Li Bekûyê, berî civîna COP 29, careke mayîn Ermenîstanê gunekar dikin.
“Van axirîya me lêpirsîna derheqa 300 gund û 600 mexberên Adirbêcana Rojavayê ser hevda anî, yên ku mecbûr bibûn ji wandera derkevin. Ji wan mexbera 450 î mexber îdî hatine xirabkirinê”,- ajansa APA ê elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî wextê civîna miclîsa Adirbêcanê derbarê wê yekêda serokê “Civaka Adirbêcana Rojavayê” Ezîz Alêkbarlî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî ji wan mexbera dudu mane.
“Gunehkarê vê yekê ne tenê Ermenîstane, lê ew welatin jî, yên ku rîya berbi wan xirabkarîya nîşan dane, yên ku hê sîyaseta dijî azêrîya mîyaser dikin”,- Ezîz Alêkbêrlî gotîye.
Bi vî cûreyî Alêkbêrlî bi kevirekî sê “kêvrîşka” dikuje: ew Ermenîstanê gunehkar dike û careke mayîn dewa axa Ermenîstanê dike, çimkî dibêje “Adirbêcana Rojavayê”. Bi fikira nevsên Bekûyêye fermî, temamîya axa Ermenîstanê axa Adirbêcanêye û ew usa jî dijî wan welata xeber dide, yên ku dijî Adirbêcanêne.







