H’emû nûçeSereke

Hejmara kesên ku dixwazin hemwelatîbûna  Ermenîstanê bistînin pir zêde bûye

Servîsa koç û hevwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî plan dike ku ji bo serlêdana hemwelatîbûna Ermenîstanê û bidawîkirina hemwelatîbûnê prosedurek êlêktronîkî bide destpêkirin. Projeya vê yekê jî pêşniyar dike ku rêjeyên erkê dewletê yên ji bo wergirtina hemwelatîbûna Ermenîstanê û bidawîkirina wê bê guheztin: 50 000 û 150000 diram li şûna 1 000 û 25 000 diram. Ev xerc di sala 1997 a de hatine danîn û di van 30 salên dawî de nehatine nihêrîn.

Serokê dezgeha koçberî û hevwelatîbûnê, Armên Gazaryan, di hevpeyvînekê de ligel “Radiolur”ê tekez dike ku ev pêngava hanê ji bo guhertina kalîteyî di birêvebirina karûbarên sivîl de ye.

“Xercên hemwelatîbûnê li welatê me ne hevseng in: 1000 dram xercê dewletê ji bo dayîna hemwelatîbûnê ne tenê xelet û pûç e, di heman demê de helwesta me ya li hember saziya hemwelatîbûnê jî nîşan dide. Ev gava yekem e ku meriv bi cidî li ser saziya hemwelatîbûnê bifikire. Em gelek caran ji saziya hemwelatiyê re dibêjin, di ferhenga malê de, saziyek “çêkirina pasaportê”, ku heqaret e. Hemwelatîbûn ne tenê çêkirina belgeyekê ye. Têkiliya qanûnî ya bi îstîqirar ya di navbera dewlet û mirov de, dayîn yan nebûna wê de ye”,- Armên Xazaryan tekez dike.

Li gorî Xazaryan, bi piranî ermenî daxwaza xwe ya bidestxistina hemwelatiya Ermenîstanê dikin, bi taybetî, sala 2018 de 11-12 hezar kesan daxwaza xwe ya ku bibin hemwelatiyên Ermenîstanê anîn ziman, sala 2020 î de ev hejmar kêm bû. Û sala herî bilind  sala 2022  î bû, ku nêzîkîkî 20000 dozên dayîn û betalkirina hemwelatiya Ermenîstanê bûn. Di 9 mehên îsal de zêdetirî 16 hezar serlêdan hatin kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button