
Adirbêcan hewl dide sirgûnkirina bi destê zorê ya ermeniyên Qerebaxa Çîya di dadgehên navneteweyî de weke bandora şer nîşan bide û bi vî awayî sûcê ku kiriye veşêre.
Pisporê hiqûqa navneteweyî Ara Xazaryan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê re ev nêrîn anî ziman.
“Adirbêcanê hewl da ku bûyera li dadgehan, berî 3 rojan li dîwana edaletê ya navnetewî wek bandora şer nîşan bide û bi vî awayî sûcê ku kiriye veşêre.
Li gor versiyona aliyê Adirbêcanê, heger dewlet di şer de bin, bi awayekî xwezayî divê bibin dijmin, di encamê de bajar û gund wêran bibin. Adirbêcan bi vî awayî hewl dide niyet û mebesta xwe veşêre, lê dadgehên navneteweyî ne platformên danûstandinên siyasî ne, ku yê ku xwedî çavkaniyên siyasî zêdetir be, bi ser dikeve. Li vir hiqûq serdest e. Adirbêcan ji dozên dadgehê ditirse, ji ber ku rastî bi hêsanî di wan de derdikeve holê. Delîl du biryarên dawî yên dîwana edaletê ya navneteweyî ne, ku îtîrazên aliyê Adirbêcanê yên der barê îdiaya Ermenîstanê ya li dijî Adirbêcanê de red kir”.
Li gorî şiroveya wî, dadgeha îqtîdar di kiryarên welatê cînar de, kuştina leşker û sîvîlan wek kiryareke bi qestî û kiryarên li dijî ermeniyan jî wek sirgûnkirina bi destê zorê dibîne.
“Palakvanên mafên mirovan jî bi sernavê: “Çima ermenî li Qerebaxê najîn” raporek weşand. Ma ne diyar e ku eger mirov du hezar sal li Qerebaxa Çiya jiyabin û îro ne li wir bin, ev yek bi wê yekê nayê ravekirin ku bi tenê ji wir derketine. Eşkere ye ku ew di encama operasîyonên leşkerî de hatine dersînorkirin, ji ber vê yekê mebest girîng e, û ev yek ji hêla dadgehê ve bi rastî û delîlên ku Ermenîstan ew qas pêşkêş kirin hate piştrast kirin ku îdî gumana civaka navneteweyî nema ku ew bi rastî weha bû, bi zorê jicîhûwar kirin. Ji ber vê rewşê divê bê guman mafê vegerê hebe”.
Li gorî pisporê hiqûqî, Adirbêcan nikare rastiyên vekirî û her wiha mafê vegera ermeniyan înkar bike.
“Bi sedsalan e, dewletan norm qebûl kirine ku kesên bi destê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, mafê wan heye ku vegerin malên xwe. Mijareke din e ku Adirbêcan wê bi kar tîne ji bo ku helwesteke neynikê nîşan bide, li gorî wê yekê divê azerî jî bi heman awayî mafê vegera Ermenîstanê bistînin. “Heger Ermenîstan pirsa mafê vegerê bike, aliyê Adirbêcanê hewl dide ku bi encamên şerê ku di salên 1992-1994 a de rû da, berteref bike, di heman demê de dîwana edaletê ya navneteweyî di biryara xwe de diyar kir ku lêkolîna rastiyên divê doz ji sala 1996 a ve bê kirin”.
Xazaryan di pratîka navneteweyî de behsa dozên têkildarî mijara vegerê kir û bi taybetî bal kişand ser bûyerên ku li Xorvatyayê diqewimin, ku di encama wan de artêşa sêrbîyan di nav 36 sehetan de bi destê zorê 200 000 kes ji ber operasîyona “Bahozê” koçber kirin, piştî ku kuştin û girtin pêk hatin. Di sala 1974 a de li Qibrisê jî bi destê zorê dersînorkirina yûnana pêk hat, ku dadgeha Avropayê hê jî biryaran dide.
“Adirbêcanê baş fêm kiriye ku her ku dem derbas bibe wê ev bar jî girantir bibe. Bekû nikare înkar bike ku mafê gelê Arsaxê heye ku vegere malên xwe, ji ber vê yekê hewl dide ku li dijî vegera azêriyan nîqaşan derxîne. Bi gelemperî, mafê vegerê bi ramana welat ve girêdayî ye, ku ev argumanên qanûnî pir xurt dike, ango di mijara vegera welatê xwe de, peyva welat ne bi hemwelatîbûnê, lê bi netewebûnê re têkildar e û ya dawî bi pêkhateyên weha ve girêdayî ye, ku berhevoka wan di rewşa her mirovî de wekî welatê wî tê dîtin. Xanî, kar, civak, dêr, dîrok û rastiya xwemalbûnê ye. Hûn ê di biryarên dadgeha Avropayê de jî van pêkhateyan bibînin”.
Li gorî wî, Adirbêcan vê rastiyê pir baş fêm dike, lema peyva “Adirbêcana Rojava” ê xistiye dewrê, lê heke di mijara ermeniyên Arsaxê de, rewşa welatê wan bê nîqaşkirin û bi dîrokî bê îzbatkirin, wê demê di mijara Adirbêcanê de gotineke xeyalî hatiye avêtin meydanê, ku tu têkiliya wê bi rastiyê re nîne. Li gorî Xazaryan, Adirbêcan nikare bi ser bikeve, ji ber ku bingeha wê ya teorîk li ber çavan nayê girtin.
Welatê gelê arsaxîya Arsax bû. Îro nirxandina civaka navneteweyî li hember Adirbêcanê neyînî ye, ji ber ku gelê Arsaxê li welatê xwe najîn, lê gelê Adirbêcanê vedigere heft herêmên ser bi Qerebaxa Çiya. Adirbêcan ji dozên qanûnî ditirse, ji ber ku ligel mafê vegerê, wê were îspatkirin ku Adirbêcan dewletek sûcdar e û li herêmê gelek sûc kiriye, heta sûcên li dijî mirovahiyê, lema ji Ermenistanê daxwaz dike ku dewleta xwe paşde vegerîne.Îdia dike û tenê danûstandinên siyasî dike ku Adirbêcan xwedî avantaj e û dikare bi awayekî asimetrîk mafê vegerê bi vegera azêriyan ve girêbide. Baş e ku li vir norma qanûnî serdest be, û efsaneyên Adirbêcanê di dadgehên navneteweyî de têne hilweşandin, ji ber vê yekê, bi saya vê normê, Ermenistaneke têkçûyî jî di qada şer de dikare têkçûnek hovane bide Adirbêcanê. Dimîne ku em bi xebatên dema vala wê bi cih bînin”.







