H’emû nûçeSereke

Hindistanê dokûmênta li Bekûyê îmzekirî rexne kirîye: The Guardian

Dokûmênta li Bekûyê qayîlkirî gerekê nehata qebûlkirinê.Derbarê wê yekêda hinek welata dane dîyarkirinê.Derheqa wê yekêda rojnama brîtanîye “The Guardian” ê nivîsîye.

Dewletên ku pêşda diçin, bangî welatên  dewlemend kirine ku salê 1,3 trîlyon dolar başqekin bona ku piştgirîyê bidine êkonomîkayê û tehsîra krîzeya klîmayê altkin. Feqet qayîlnivîsara dawî  salê dewa 300 mîlyard dolarî dike.

Ev hejmar himberî cara derbazbûyî bi sed mîlyard dolarîva zêdeye.Wekîlê Hindistanê elam kirîye wekî ew hejmar gelekî nimize.

Şêwirmendê Hindistanêyî pirsên êkonomîkî hêrs ketîye.Reşnivîsarên qayîlnivîsarê hatibûne belakirinê.Wekîlê Hindistanê daye dîyarkirinê,wekî konvênsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya guhartina klîmayê gerekê birîyar qebûl bikirana. Hindistanê birîyar kiribû ku bi elametîya cudava pêşda bihata, lê ew mecal nedane wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button