SerekeSîyasî

“Mezlûm Ebdî ji bo merasîma Tramp hat vexwendin”

Hat ragihandin ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo merasîma sondxwarinê ya Donald Tramp hat vexwendin.

Piştî serkefina Donald Tramp ya di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî wê biçe Amerîkayê û bi Donald Tramp re bicive.

Rayedarên HSD û Partiya Yekîtiya Demokaratîk (PYD) ji bo merasîma sondxwarina Tramp ya 20 ê kanûna paşin ya  sala 2025 a ya li Waşîngtonê hatin vexwendin.

Li gorî nûçeya nûnerê TELE 1ê ya Waşîngtonê Yilmaz Polat, ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê daxwaza vîzeya bilez ya Amerîkayê hatiye kirin.

Pêştir Berpirsa pêwendiyên derve yên rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê jî li ser mijarê ji malpera El Monitorê re axivîbû û dabû zanîn, dibe ku ew û Mezlûm Ebdî bi hev re biçin Amerîkayê û bi kabîneya nû ya Donald Tramp re bicivin.

Tramp di dema serokatiya xwe ya ewil de jî bi Mezlûm Ebdî re bi telefonê axivîbû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button