Li têlêmaratona “Ji bo te, Ermenîstan” zêdetir 15 mîlyon dolar hat berhevkirin

28 ê mijdarê têlêmaratona 27 emîn ya fonda “Ermenîstan” bi sernava “Bona te Ermenîstan” pêk hat, li gorî fondê derdora 15,302,500 mîlyon dolar hatîye komkirin.
Pereyên têlêmaratona sala 2024 a di bin dirûşma “Bona te Ermenîstan ” de wê ji bo pêkanîna çend bernameyên stratêjîk
ji nû ve avakirina sîstemên ava vexwarinê û avdanê yên komînên sînor, avakirina navendeke nû ya tenduristîyê ya civakê,
sazkirina panelên rojê li dibistan, navendên civakî yên li ser sînorên komînan,
li malên malbatên astengdar yên civakên ser sînor, danîna ava germkerên rojê, xurtkirina karînên karsazîya jinên Qerebax yên bi destê zorê,
piştgirîya înîsîyatîvên çandî û efirîner.
Ji bilî yên jorîn, salên 2025-2026 a di dema pêkanînê de, du projeyên mezin yên ku di “Maraton 2024” de hatine pêşnîyar kirin ev in:
1. Çêkirina qadeke niştecîhbûnê ji bo şervanên ku pirsgirêkên liv û tevgerê ne û malbatên wan li cemeta Balahovîtê ya navçeya Kotaykê bi hevkarîya sazîya xêrxwazî ya “Mala leşker” re.
2. Çêkirina navçeyeke niştecîhbûnê li Gumirîyê ji bo navenda mîrateya çandî ya Arsaxê û malbatên xalîçeçêkeran.







