
Sênatorê Amêrêkayê Lîndsî Grêhêm gotîye: “Divê Amêrîka rê nede ku Tirkîya û çekdar êrişî kurdan bikin”.
Sanotorê komarîyan Lîndsî Grêhêm bi rêya hesabê xwe yê X ê bal kişand ser metirsîya DAIŞ ê û anî zimên:
“Divê em em piştrast bin ku 50 hezar DAIŞ yên ku li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê ji alîyê kurdan ve tên girtin wê girtî bimînin.
“Nabe ku ev bên berdan”
Piştî ku desthilata Beşar Esed qedîya û Tehrîr El Şamê paytexta Sûrîyayê kontrol kir kom û komikên çekdar yên ku Tirkîya piştgirîyê dide wan li Dêrezor û Manbîcê êrişî hêzên kurdan dikin.
“Em nikarin destûrê bidin Tirkîyayê”
Lîndsî Grêhêm amaje bi êrişên van koman da û dîyar kir:
“Em nikarin destûrê bidin ku Tirkîya û Îslamîyên radîkal kurdên ku bi Amêrîkayê re DAIŞ tune kirîye tehdîd bikin”.
“Ez ji bo sizakirina Tirkîyayê amade me”
Grêhêm destnîşan kir, eger Tirkîya êrîşî Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) bike wê DAIŞ yên girtî birevin û gotîye:
“Di heqê hinek komên li bakûr-rojhilatê Sûryayê hinek dilgiriyanîyên meşrû yên Tirkyayê hene.
Lê heger di navbera Tirkyayê û Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) de pevçûyîn çêbibin yan jî Tirkya êrişî hêzên kurdan bike wê ev bibe sedema ku girtîyên DAIŞ î firar bikin.
Min berê hinek siza amade kirin da ku heger Tirkya êrîşî kurdan bike em li serê bisepînin.
Ez dîsa amade me ku vê bikim”
“Êrîş ji bo Amêrîkayê rîskeke mezin e”
Grêhêm di peyama xwe de gotîye: “Kurdan alîkarî da ku serok Tramp DAIŞ ê ji holê rake”
Sênatorê Amêrîkayê dîyar kirîye: “Enqere ji bo parastina berjewendîyên xwe herêmeke bêçek ya di navbera Tirkyayê û bakûr-rojhilatê Sûryayê de heq dike.
Lê heger êrişî hêzên kurdan yên li Sûryayê bike wê ev yek berjewendîyên Amêrîkayê bixe bin rîskeke mezin”.







