
Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye hêzên xwe li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê dicivîne û gotye: “Seferberî û planên êrişkirina Kobaniyê hene.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser rûdanên dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê bi The Worldê re axivî.
“Seferberî û planên êrişkirina Kobaniyê hene”
Mezlûm Ebdî pirsa bi rengê, “Rapor hene ku dibêjin Tirkiya li ser sînor hêzan kom dike. Tu li ser van raporan çi dibêjî?” wiha bersivand:
“Raporên we rast in. Belê, komkirina hêzan heye. Seferberî heye.
Dronên artêşa Tirkiyayê jî êrişên wan diparêzin.
Di rojên dawî de hewl didan çemê Feratê derbas bikin û ber bi Kobaniyê ve biçin.
Hêzên me li ber wan sekinîn û ew paş ve dan. Agahiyên me li ser planên wan yên ji bo êrişkirina Kobaniyê hene.
Seferberî û planên êrişkirina Kobaniyê hene”.
“Zextê li tirkan dikin”
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew ji bo diyalogê hewl didin û pê de çû:
“Em bi koalîsyonê hêzên Amerîkî re ji dehsalan ve kar dikin.
Em bi wezîreta parastinê, wezîreta karên der û Qesira Sipî re jî dixebitin û diaxivin.
Em dizanin ew li ser rewşê dixebitin, zextê li tirkan dikin û di navbera me û tirkan de navbeynkariyê dikin ji bo ku rê li ber binpêkirinên li ser sînorê Sûriyayê-Tirkiyayê bigirin.
Ew hemû hewlên xwe didin ku vê mijarê bi rêya diyalogê çareser bikin.
Tevî van hemû xebatên dijwar, bi rastî agirbesteke mayînde niha tune.
“Agirbest hefteyekê hat dirêjkirin”
Me çend xulek berê bihîst ku agirbesta berê heta hefteyeke din hat dirêjkirin.
Niha agirbesteke me ya hefteyekê heye, ev jî baş e.
Lê tiştên ku em bi rêya hevalbendên xwe hewl didin du tişt in:
Ya yekem agirbesteke daîmî ye û ya duyem jî çareserkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ye”.
Pêwendiyên bi Tehrîr El Şamê re
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser pêwendiyên bi Tehrîr El Şamê re jî ev agahî dan:
“Hefteya din pêwendiyên me yên bi HTŞ yê re tenê li ser hevahengiya ewlehiyê bûn.
Ew jî bi tenê tê wateya kanalên ‘nedijberî’ û hevahengiyê.
Ango, em tenê dixebitin ku em rû bi rûyî hev nebin ji ber ku niha xetên me yên hevbeş yên sînor hene.
Loma, ev pêwendiyeke di asta operasyonî de ye. Eger em behsa pêwendiyên siyasî bikin, tu pêwendiyên siyasî tunin”.
Mezlûm Ebdî da zanîn, ji ber ku ew mijûlî êrişan dibin wan heta niha bi Tehrîr El Şamê re pêwendiya siyasî nedaniye û ji ber êrişan heta niha şandeyek neçûye Şamê.







