Li Ermenîstanê bazirganîya der di nava 11 mehan de bi 54 selefî zêde bûye

Li Ermenîstanê bazirganîya der ya di navbera çile-mijdara sala 2024 a de ji îndêksa heman heyama par bi 54 selefî derbaz bûye.
Li gorî “Armenpress”ê, komîteya îstatîstîkê ya Komara Ermenîstanê li ser vê yekê agahdar dike.
Di heyama navborî da 28 miîlyard û 179,6 mîlyon dolar bû.
Her wiha di meha mijdarê de li gorî meha cotmehê 15,6 selef, li gorî meha mijdara par jî 27,4 selef kêm bûye. Di meha mijdara îsal de bazirganîya der mîlyardek û 918,4 milyon dolar bû.
Di 11 mehên îsal da îxracat 73,9 selef zêde bûye û bû 12 mîlyard û 307,8 mîlyon dolar. Di meha mijdarê de li gorî meha cotmehê 19,6 selef, li gorî mijdara par jî bi 35 selef kêm bûye. Di mijdara sala 2024 a de qebareya hinardekirinê 752,1 mîlyon dolar bû.
Di 11 mehên îsal de îthalat ji îndêksa heman heyama par 41,5 selef derbaz kir û bû 15 mîlyard û 871,8 miîlyon dolar. Di meha mijdarê de li gorî meha cotmehê 12,8 selef, li gorî meha mijdara par jî 21,4 selef kêm bû. Di meha mijdara îsal de îthalat bi mîlyarek û 166,3 mîlyon dolarî tê texmînkirin.
Di meha çile- mijdarê de rêjeya diravê Ermenîstanê li hember dolarê amêrîkî 392,38 selef, di meha mijdarê de jî bû 388,97 dolar.







