H’emû nûçeSereke
Rojên proseyên mehkemê, yên dijî serokatîya Arsaxêye berê dîyar bûne

Wezîrê Arsaxêyî dewletêyî berê Rûbên Vardanyan û parêzerê wî li Bekûyê nava çarçoveya proseya mehkema dijî ermenîyên Arsaxê du daxwezname pêşkêş kirine. Derbarê wê yekêda çapemenîya azêrîya ragîhandîye.
Hatîye destnîşankirin ku yek ji wan jî ew bû ku dosyaya derbarê Vardanyanda awayekî derqanûnî bi dosyaya 15 ermenîyên ku bi sûcên çêkirî jî tên sûcdarkirin, tevlîhev kirine.Daxweznama dinda hatîye dîyarkirinê ku bona ku Vardanyan bikaribe nasîya xwe bide qinyatên wî îşî, wede bê zêdekirinê.
Dozger dijî wê dosyayê derketîye. 27 ê çile proseya mehkemêye dijî Vardanyan û 21 ê çile jî dijî rêvebirên Arsaxêye berêye mayîn wê berdewam bikin.







