H’emû nûçeSereke
Li dêra ermenîye li Dîyarbekirê teşkîldarîya “Zimanê dayîkê” pêk hatîye

Li dêra ermenîye tek-tenêye ku li Ermenîstana Rojavayê dişuxule, ji alîyê şaredarîya Dîyarbekirêda teşkîldarîya pêşkêşî “Roja zimanê dayîkê” hatîye derbazkirinê.
Malpera şaredarîya Dîyarbekirê daye dîyarkirinê, wekî gava doranên wê teşkîldarîyêda usa jî serokbajarê Dîyarbekitr Doxan Hatûn beşdar bûye.Têmake wê berevbûnê usa jî derheqa têkstên kurdîye bi tîpên ermenî bûye.
Serokbajarê Dîyarbekirê nava axaftibna xweda rola ermenîyaye nava pêşketina bajêrda girîng hesab kirîye û gotîye wekî Dîyarbekir bajarê pirkûltûrê û pirzimane û ewê usa jî bimîne.







