H’emû nûçeSereke

Axaftina li ser hêzên sêyemîn ji bo Ermenîstanê nayê qebûlkirin: Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvînekê de li gel têlêvîzyona fermî ya Îranê gotîye, Ermenistan ji bo berjewendîyên Îranê hestîyar e û Komara Îslamî ya Îranê jî ji bo berjewendîyên me hestîyar e.

Li ser pirsa rojnamevanekî ku têkilîyên Îran û Ermenîstanê ku li gorî hevpeyvînê, dijminên wan hene, çawa tê parastin, Nîkol Paşînyan bersiv daye ku divê em bala xwe bidin ser wê yekê ku ew têkilî li ser bingeha berjewendîyên xwezayî ne.

Ewî her wiha gotîye: “Wek ku hûn jî dîyar dikin, faktorên ku bandoreke nerênî dikin hene, ev faktor ne veşartî ne, ji wan têkêlîyên aloz yên Komara Îslamî ya Îranê û hejmarek ji welatên rojavayî ku peywendîyên me bi wan re jî hene û di vê navberê de têkilîyên baş hene. Em hewl didin ku van berjewendîyên hestîyar yên Îranê li ber çavan bigirin û nakokîyan di pêvajoyên xwe de çê nekin”.

Li ser pirsa gelo hukumeta Paşînyan wek alîgirê rojava tê binavkirin û gelo ev yek wê bandorê li têkilîyên bi Tehranê re bike yan na, serokwezîrê Ermenîstanê bersiv da ku Yêrêvana fermî sîyaseteke derve ya hevseng dimeşîne, ku her dîyardeya “alîgirîyê” dûr dixe.

“Peywendîyên me yên bi Îranê re gelek girîng in û em dixwazin ku têkilîyên me bi cîhana îslamî re berdewam bin û di peywendîyên me yên din de tu metirsî li ser Îranê tune ye û di heman demê de, Paşînyan di wê baweriyê de ye ku di peywendîyên Tehranê û alîyên sêyemîn de tu metirsî li ser Îranê nîne”.

Rojnamegerekî têlêvîzyona Îranê ji serokwezîr Paşînyan pirs kir ku eger welatên rojava gefê li Îranê buxwin, wê rayedarên Ermenîstanê çi bikin.

Derbarê helwesta Ermenîstanê ya derbarê rewşa rêya derbazbûnê ya ji Adirbêcanê-Naxîcêvanê de, Nîkol Paşînyan bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê hukumetê ve hatîye destpêkirin, bi bîr xist, ku li gorî serokwezîrê Ermenîstanê, ji bo rakirina hemû rêyên veguhestinê û têkilîyên aborî yên li herêmê ye.

Serokwezîr herî dawî ragîhand ku Yêrêvanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşnîyarek daye Bekûyê. Qonaxa yekem bi sepandina barkêşîya rêyên hesinî ve girêdayî ye.

“Herwiha pir girîng e ku li vir bê destnîşankirin ku heke ev proje bê cî bi cîkirin wê çi bibe”. Ev yek jî wê bandoreke gelek erênî li ser peywendîyên Ermenistan û Îranê bike, ji ber ku di vê çarçoveyê de tê wê wateyê ku hem Adirbêcan û hem jî Ermenîstan wê bikarin herêmên hev ji bo veguhestina hesinî ya navneteweyî bikar bînin. Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser rêya hesinî ya Ermenistan-Îranê û wiha gotîye: “Heger ev kanal bên vekirin, wê rêya me ya trênê ya Ermenîstan-Îranê hebe, ev yek wê têkilîyên me yên aborî gelekî kûrtir bike”.

Li ser vê pirsê ku ew li ser pêşnîyara çavdêrîya van rêyan ji alîyê welatên sêyemîn yan jî Neteweyên Yekbûyî ve çi difikire, Nîkol Paşînyan bersiveke neyînî daye û gotîye. “Heger em gotina min wergerînin, ev tê wê wateyê ku axaftina li ser hêzên sêyemîn ji bo Komara Ermenîstanê nayê qebûlkirin. “Bi gotineke din em hewcedarîyeke wiha nabînin û bi awayekî xwezayî hewcedarîyeke wiha jî tune”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button