H’emû nûçeSereke

Îran li dijî her guhertina sînorên navneteweyî ye: Abbas Araxçî

Wezîrê Îranêyî karên der Abbas Araxçî di civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş de li gel wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ragihand, Îran li dijî her guhertina sînorên navdewletî ye.

Em pêşwazî li peymana li ser peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de dikin.Em her du welatan teşwîq dikin ku di zûtirîn dem de belgeya dawîn îmze bikin.

Em piştevaniya serxwebûn û yekparçeyiya axa welatên navçeyê dikin û li dijî her guhertina sînorên navdewletî û herwiha li dijî her guhertineke jeopolîtîk in. Ev helwesta bi îstîqrar ya Komara Îslamî ya Îranê ye”,-wezîrê karên der yê Îranê gotîye.

Ewî usa jî gotîye li gor nêrîna wî, divê hemû kêşeyên herêmê di nav herêmê de, bi rêya diyalog û dîplomasîyê, bêyî bikaranîna hêzê bên çareserkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button