
Tevlîbûna kurdên Almanîyayê di sîyasetê de zêde bûye û di dawî hilbijartinên parlêmana Almanîyayê de heft kes bûne endamên parlamanê. Ew parlamantar amajeyê didin ku, ji bo wan doza kurd û Kurdistanê û dîyasporaya kurdî girîng e û li dezgehên sîyasî yên Almanîyayê bergirîyê ji kurdan dikin.
Endamê parlamana Almanîyayê Qasim Tahîr ji K24 ê re ragîhandîye: “Em wek endamên parlamanê divê dengê kurdan gelek mezin bikin. Me komeke kurdî li parlamana Almanîyayê çê kirîye ku ev cara yekê ye di dîroka Almanîyayê de tiştekê bi vî rengî tê kirin”.
Qasim Tahîr herwesa gotîye: “Em bizavê dikin dengê kurdan li Almanîyayê û Avropayê zêdetir bê bihîstin, ji bo nimûne em dibînin rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê çawa ye, lema divê em hemî ji bo bergirîkirina ji Rojavayê Kurdistanê yek bin. Divê em bergirîyê ji gelê kurd bikin. Heger em nekin, kî wê bike?”.
Fîrat Koçak jî ku kurdê bakûrî ye û endamê parlamana Almanîyayê ye amaje daye: “Bê goman ji bo min nasname girîng e. Dema min dest bi sîyasetê kir, bapîrê min ji min re got: bila ji bîra te neçe tu ji ku hatîyî û tu xelkê kî derê yî. Ez li Bêrlînê bûm û mezin bûm, lê daybab û dapîr û bapîrên min kurd in”.
Du mîlyon kurd li Almanîyayê dijîn, lema tevlîbûna sîyasî ji bo kurdên dîyasporayê û Kurdistanê jî girîng e. Hejmara kursîyên parlamanê 630 kursî ye, di dawî hilbijartinan de heft kurd bi ser keftin û gehîştin parlamana Almanîyayê.
Hebûna nûnerên kurd li dezgehên sîyasî û navendên biryardanê yên Almanîyayê deng û lobîya kurdistanîyên Almanîyayê bihêztir dike û ew dikarin zêdetir bergirîyê ji doza kurd û Kurdistanê bikin.







