
Berdevkê AK partîyê Omer Çelîk ragîhandîye, heyeta Îmralîyê ya DEM partîyê û serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan wê vê hefteyê bicivin.
Desteya rêveberiya navendî ya AK partîyê bi serokatîya serokkomarê Tirkîyayê û serokê giştî yê AK partîyê Receb Tayîb Êrdogan civîya.
Berdevkê AK partîyê Omer Çelîk piştî civîna desteya rêveberîya navendî ya AK partîyê daxuyanî da.
Omer Çelîk bi bîr xist ku DEM partîyê ji bo hevdîtina bi Êrdogan re serlêdan kirîye û eşkere kir ku serlêdan ji bo civîna navbera heyeta Îmralîyê û Êrdogan e.
Çelîk da zanîn ku ew serlêdana DEM partîyê hatîye qebûlkirin.
Berdevkê AK partîyê wiha gotîye:
“Birêz serokkomarê me berîya niha gotibû daxwaz çê bibe wê erênî bersiv bide.
Ji xwe DEM partîyê jî daxwaza hevdîtinê kirîye. Di nav vê hefteyê de rojeke ku birêz serokkomarê me guncav bibîne, wê ji alîyê serokkomarîyê ve dîroka hevdîtinê bê dîyarkirin.
Tê çaverêkirin vê hefteyê hevdîtin pêk bê”.







