H’emû nûçeSereke

Divê em nehêlin qonaxa şer li vê herêmê vegere: cîgirê wezîrê Îranêyî karên der

Dema me bihîst ku peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bi dawî bûye, em gelek kêfxweş bûn, ji ber ku piştî salên dirêj yên xwîn û dijminatîyê, îdî dem hatîye ku her du welat bala xwe bidin ser avakirina paşeroja her du neteweyan. Mecîd Taxtê Ravançî, alîkarê yekem yê wezîrê karên der yê Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyvîna taybet ya malpera Regionmonitor.com ê gotîye.

“Em di wê bawerîyê de nin ku her çi zûtir vê rêkeftinê îmze bikin, wê ji bo her du welatan û herêmê jî baştir be. Em naxwazin destêwerdanê di kar û barên wan de bikin. Divê ew bi xwe biryarê bidin ka çi bikin, lê di nirxandina me de, ev belge çiqas zûtir were îmzakirin, ew qas baştir e, ji ber ku berê berê ye”.

Divê em li ser pêşerojê bisekinin. Gelek derfet hene ku herdu welatan, Ermenîstanê û Adirbêcanê dikarin bikar bînin. Em wek welatên cînar amade ne ku her du miletan bi pêş bixin. Îran wek welatekî ku bi Ermenîstan û Adirbêcanê re xwedî têkilîyên baş yên cîrantîyê ye, ji bo hêsankirina xebatên ku ji bo îmzekirina peymanê pêwîst in, her tiştî ji destê me tê amade ye. Em di wê bawerîyê de nin ku divê her du netewe jî vê derfetê bikar bînin. Di vê nuqteyê de dema ku belge amade be, çêtir e ku meriv wê îmze bike û ber bi pêşerojê ve bimeşe.

“Em hêvîdar in ku ev bûyer di dema borî de be. Divê em rê nedin qonaxa şer û pevçûyînan li herêmê vegere. Em hêvîdar in ku wisa be”.

Alîkarê wezîrê Îranêyî karên der amaje bi îhtîmala êrîşeke muhtemel ya Adirbêcanê jî kirîye û gotîye: Em li dijî her guhertina sînor in. Em li dijî bêhurmetîya yekparçeyîya axa her dewletekê ne. Em li dijî guhertina jêopolîtîka herêmê ne. Ne hewceyî senaryoyek wiha ye.

Divê welatên cînar rêzê li yekparçeyîya axa hev bigirin, rêzê li serwêrîya hev bigirin û dema rêz li vê prînsîpê bê girtin, tenê tişta ku divê bala xwe bidinê ew e ku çawa bi hev re kar bikin.

Ji ber vê yekê jî divê îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de pencereyek ji bo hevkarîyên zêdetir di pêşerojê de veke, ji ber ku di dawîyê de çareserîya leşkerî ne çareserîyeke rast e û ji ber wê jî me her du alî teşwîq kir ku peymanê îmze bikin.

“Wek min gotîye, em hêvîdar in ku ew vê derfetê bikar bînin, ji ber ku pirsgirêkên leşkerî demkî ne, di vê sedsalê de kes nikare xwe bispêre hêza leşkerî bo dagîrkirina deverên welatekî din”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button