H’emû nûçeSereke

Parastina mafên hûrgelên netewî yek ji beşên girîng yên xebata min e: parêzera mafên mirovan

Parêzera mafên mirovan Anahît Manasyanê bi boneya sersala nû ji civaka êzidî ya li Ermenîstanê re peyamek pîroz kirîye.

“Nûnerên hêja yên civaka êzîdîye li Ermenîstanê,
Ez bi helkefta sersala we, Melekê Taûs, bi dil û can pîroz dikim. Bila ev cejin ji bo êzdîyên li Ermenîstanê dijîn aramîyê, tenduristîyê, bextewariyê bîne.

Bi berdewamî tekezî li ser wê yekê dikim ku parastina mafên hûrgelên netewî yek ji warên girîng yên xebata min e û di vê çarçovê de giringiyê didim garantîkirina mafên pêkhateyên hûrgelên netewî ji bo parastina nasnameya neteweyî û êtnîkî, kevneşopî, ol, ziman û çanda xwe û pêşxistina wan.

Ez wek parêzera mafên mirovan, ji bo garantîkirin û parastina mafên hindikahiyên netewî li Ermenîstanê hemû hewlên xwe bi hev re bikin yek ji bo pêşîgirtinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button