H’emû nûçeSereke
Li nehîya Los Ancêlêsê 24 ê nîsanê çawa roja bîranîna komkujîya Ermenî hatîye elamkirinê

Şêwira nehîya amêrîkîye Los Ancêlêsê begemîya xwe daye wê yekê ku 24 ê nîsanê çawa roja bîranîna komkujîya Ermenî bê qebûlkirinê.
Hatîye ragîhandinê wekî ev pêşnîyara raberkirî hukumata tirka bona wê yekê gunehkar dike ku komkujî tê înkarkirinê.
Nava dokûmêntêda usa jî derheqa paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, yên ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî, hatîye dîyarkirinê, rûyê kîjanada binelîyên li Qerebaxê bi mecbûrî ji welatê xwe derketine.
Xudanên dokûmêntê bangî hukumata amêrîkî kirine, ku bona teribandinên mafên mêriv dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê û dew kirine ku dîlên ermenîye li Adirbêcanê bêne azaberdinê.
24 ê nîsana sala 2021 ê serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên komkujîya Ermenî bi fermî nas kirîye.







