H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê bi seredana fermî çûye Komara Estonyayê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serdana fermî çûye Komara Estonyayê.
Li gorî ku ji ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê hatîye ragîhandin, di çarçoveya serdanê de serokwezîr Paşînyan wê bi serokkomarê Estonyayê Alar Karîs re bicive. Nîkol Paşînyan wê bi serokwezîrê Estonyayê Krîstên Mîxal re hevdîtineke taybet pêk bîne û piştre jî wê civîn bi awayekî berfireh berdewam bike. Di dawîya civînê de wê Nîkol Paşînyan û Krîstên Mîxal ji bo nûnerên çapemenîyê daxuyanîyan bidin.
Serokwezîrê Ermenîstanê wê bi serokê parlamentoya Estonyayê Laûrî Hûsar re jî hevdîtinan bike û wê serdana navenda “e-Estonia Briefing” bike. Di çarçoveya serdanê de bi nûnerên civaka ermenî yên li Estonyayê re jî tê plankirin.







