H’emû nûçeSereke

Serokê Gurcistanê ji bo kûrkirina hevkarîya ermenîya û gurca serdana Yêrêvanê dike

Serokomarê Gurcistanê Mîxayîl Gavelaşvîlî wê di navbera 28-29 ê nîsanê  bi serdana fermî bê Ermenîstanê. Ev agahî li ser malpera hukumeta Gurcistanê hatîye weşandin. Di çarçoveya serdanê de, Gavelaşvîlî wê bi serokwezîr Nîkol Paşînyan, serokê parlamêntê Alên Simonyan û katolîkosê ermeniyan Garegîn 2 a re hevdîtinan pêk bîne.

Ev cara yekem e ku Mîxayîl Gavelaşvîlî wek serokkomarê Gurcistanê serdana Ermenîstanê dike. Di biryarnameya serokomariyê ya serdanê de wiha hatîye gotin: “Armanca wê ew e ku hevkariya di navbera Gurcistan û Ermenîstanê de kûrtir bike”.

Serokwezîrên Ermenîstanê û Gurcistanê par dêklerasyonek li ser hevkarîya stratêjîk îmze kiribûn û ev biryara dîrokî ji bo xurtkirina dostanîyê wek hêzeke nû binav kiribûn. Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye: “Ev destkeft encama xebat û xebata me ya hevpar ya van çend salên borî ye û hevparî û armanca me nîşan dide”.

Di vê seredana şanda Gurcistanê ya li Yêrêvanê, alî plana dikin ku li ser pêşkeftina peywendîyên dualî di warên cûre-cûre de, ji sîyasî bigire heta bazirganî û aborî, ku pêşdaçûyîneke bêmînak tê de tê tomarkirin, gotûbêj bikin.

Di van salên dawî de, Yêrêvan û Tiblîsîyê, di çarçoveya nûjenkirina sînoran de, peymana derbarê geşta hemwelatîyên herdu dewletan bê vîza jî pejirandibûn.

Di rojeva hevdîtinan de wê îstiqirar û aşîtîya li herêmê û herwiha rakirina blokên ragîhandinê cîh bigire.

Serokwezîrê Ermenîstanê di konfêransa navneteweyî ya “Rîya hevirmiş” ya li Tbîlîsê de, pêşî projeya “Xaçerêya aşîtîyê” kir û destnîşan kir ku ew ji bo Ermenîstane, Gurcistane û welatên din yên herêmê sozên pir konkret û berçev dide.

Tbîlîsî dildariya xwe ya ji bo lîstina roleke bêalî di danûstandinên Ermenîstanê-Adirbêcanê de berdewam dike. Serokê Gurcistanê beriya serdana xwe ya Yêrêvanê li Bekuyê bû û li wir tekezî li ser wê yekê kir ku Gurcistan amade ye ji bo dabînkirina aşîtîyê li herêmê beşdariyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button