SerekeSîyasî

Encamên dawîyê yên konfêransa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Qamişloyê hatin ragîhandin

Bi beşdarîya nêzîkî 50 partîyên sîyasî yên kurdî ji Rojavayê Kurdistanê,  26 ê nîsana sala 2025 a, demjimêr 10:00 konfêransa yekhelwestîya kurd li bajarê Qamişloyê birêve çû, di dawî de jî encamên konferansê di konferanseke rojnamevanî de hatin ragîhandin.

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyayê (ENKS) Mihemed Îsmaîl  û endama desteya serokatîya Partîya Yekîtîya Dêmokratîk (PYD) Foza Yûsif di civîneke rojnamevanî de daxuyanîya dawî ya konfêransê bi her du zimanan kurdî û erebî xwendin.

Li gorî daxuyanîyê, konfêransê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyek hevbeş ji partîyên sîyasî yên kurd yên li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, da ku li ser bingeha têgihîştin û nêrîna hevpar ya ku di konfêransê de derketîye, li Şamê danûstandinan bi rayedarên heyî yên Sûrîyayê re bikin.

Daxuyanîya dawîyê ya konferansê:

“Konfêransa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê 26 ê nîsana sala 2025 a de li bajarê Qamişloyê piştî dîyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdarîya partîyên kurdî, rêxistinên civaka sîvîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka kurd yên serbixwe ji herêmên cuda yên kurdî li Sûrîyayê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya kurdî li ser avakirina Sûrîyake nû û beşdarbûna di teşedana paşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka kurdî de, di vê qonaxa girîng ya dîroka Sûrîyayê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê  8 ê kanûna pêşin ya sala 2024 a de, ev rêjîma ku azadî û rûmeta gelê Sûrîyayê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir, û welat li seranserê erdnîgarîya Sûrîyayê wêran kir, û bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûrîyayê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordarîya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê kurd li Sûrîyayê jî di rû bi rûbûna wê rêjîmê de gelek qurbanîyên mezin û bi hezaran şehîdan dan. Gelê kurd bi dehan salan têkoşîn kir, da ku zordarîya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştîmanî ve girê da ji bo avakirina sîstêmeke dêmokratîk ya piralî li Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button