SerekeSîyasî

Civîna nefermî ya rêxistina dewletên tirk li Macaristanê hatîye lidarxistin

21 ê gulanê  li paytexta Macaristan Bûdapêştê civîna nefermî ya serokên dewletan yên rêxistina dewletên tirk hatîye lidarxistin û di civînê de dêklêrasîyoneke ji 71 xalan pêk tê hatîye îmzekirin. Ev belge ji alîyê serokên Adirbêcanê, Qazaxistanê, Qirqizistanê, Tirkîyayê, Ûzbêkîstanê û sêkrêtarê giştî yê rêxistinê Kûbanîçbêk Omûralîyêv ve hatîye îmzekirin.

Di daxuyanîyê de bal hatîye kişandin ser rola girîng ya dewletên tirk di pêşketina sîyasî, aborî û civakî ya cîhana nûjen de, bandora wan ya li ser aşîtî û ewlehîya herêmî û cîhanî. Serekên dewletan careke din pabendbûna xwe ya bi prînsîp, armanc û ruhê peymana Naxîcêvanê ku bingeha sazîbûna rêxistinê danî, dubare kirine.

Di heman demê de hatîye destnîşankirin ku divê bi rêya mûzakereyan ji bo pirsgirêka Qibrisê bi hev re çareserîyeke pejirandî û guncav bigihîje hev. Rola avaker ya Tirkîyayê di pêkanîna ewlehî û aramîyê li Sûryayê, yekparçeya ax û yekparçeya wê û herwiha rakirina sîzayên ku li dijî wî welatî hatine sepandin, bilind hatîye nirxandin.

Bi taybetî bal hatîye kişandin ser rewşa Gazayê.Wana pêşwazîya damezrandina koma xebatê ya rêxistinê li ser mijarên girêdayî Afganistanê kirine.

Di dawîyê de serokên dewletan spasîya serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban kirine ji ber organîzekirina civînê û alîkarîya wî ya ji bo xurtkirina yekîtîya cîhana tirkan. Bi awayê, ev civîna ne fermî cara yekem di dewleteke çavdêr de hatîye lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button