Rewşa li herêmê berfireh bi awayeke berbiçev germ dibe: Armên Pêtrosyan

Rewşa herêmê niha bi awayekî berçav germ dibe, bi kêmanî di warê sîyasî û propagandayê de. Pisporê pirsgirêkên herêmê Armên Pêtrosyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Ewî bi taybetî destnîşan kirîye: beriya gera dahatî ya muzakareyên amêrîka û Îranê ku biryar e dawiya vê hefteyê bê lidarxistin, alî gelek amûrên zextên sîyasî, propaganda û derûnî bikar tînin.
Di van rojên dawî de, di asta herî bilind de li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî , di asta serokatîyê de, li ser serkeftina peymaneke muhtemel de şike. Karbidestên berevaniyê sênaryoyên leşkerî yên muhtemel ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîqaş dikin, û agahiyên cûre-cûre yên “hundirîn” ku dem bi dem di mêdyaya amêrîkî de têne weşandin, aloziyê zêdetir dike.
Bi awayekî xwezayî, alîyê îranî bi têra xwe bersivê dide li ser asta serokatîyê, wezîreta karên der, wezîreta berevaniyê û astên din, bi awayeke rêtorîkî helwesta xwe ya fermî li ser mafê “zengînkirina bisînor ya uranê”, ji pêrspektîva propagandayê de, nîşandana naveroka ceribandina çekên nû yên dûravêj, derfetên kevin û nû ji bo dabînkirina ewlehiya xwe û armanckirina dijminan. Her wiha, belavokên vê dawiyê li ser wergirtina zanyarîyên nehênî yên girêdayî şiyanên navokî yên îsrayêlê, peyameke zelal e ji bo dewleta cihû ku li hember kiryarên armanckirî yên li dijî Îranê, Têhran dikare bi têra xwe bersivê bide.
Di çarçoveya nirxandina rewşa niha de, helbet di vê demê de sênaryoya şerekî mezin ber bi îmkanên dîplomasiyê ve diçe û niha jî ji bo bihêzkirina pêgehên xwe di warê dîplomatîk de, hewl didin ku hemû cebilxaneya alîkar û manorên leşkerî-siyasî bikar bînin.







