
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê êrîşa li ser dêra Şamê şermezar dike û piştovanîya xwe ji bo azadîya bîr û baweran jî tekez dike.
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 23 ê hezîranê di peyamekê de li ser tora civakî ya X ê gotîye: “Ez êrîşa xwekujî ya têrorîstî ku li ser Dêra Mar Elyasê li Şamê hatîye kirin bi tundî şermezar dikim”.
Mesrûr Barzanî herwesa gotîye: “Ez ji dil sersaxîyê ji kesûkarên qurbanîyan re dixwazim, ji birîndaran re çarebûnê dixwazim û ez hevxemê hemî qurbanîyan im”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye: “Em piştovanîya xwe ya bihêz ji bo azadîya bîr û baweran tekez dikin û em bi her awayî jî têrorê red dikin û li dijî wê radiwestin”.
Xwekujekî duh danê varê li hundirê dêra Mar Elyasê li taxa Dwêlayê ya Şamê şûtikeke bombekirî teqand, di encamê de 13 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûne.
Wezîreta navxwe ya Sûryayê amaje jî da ku, ew kes çekdarekî DAIŞ ê bûye li destpêkê teqe kirîye lê dema ku guleyên wî xilaz bûne, xwe bi şûtika xwe ya bombekirî teqandîye.







